Amerîka: Ger Îran dev ji siyaseta xwe bernede, wê rastî fişarên cîhanî bê

Wezîrê derve yê Amerîka: Heger Taran li ser siyaseta xwe berdewam be û bizavên çêkirina çekên etomî bike, wê cîhan hemû li pêşya wê derkeve.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo, hişyarî da Îranê û got: Heger Taran li ser siyaseta xwe berdewam be û bizavên çêkirina çekên etomî bike, wê cîhan hemû li pêşya wê derkeve.

Mike Pompeo ji medya Amerîkî re ragihand, ku siyaseta niha ji aliyê Taranê ve tê meşandin û berdewamiya kar di pirogramê etomî de, xizmeta berjewendiyên Îranê nake.

Wezîrê derve yê Amerîka, yek ji neyarên siyaseta Îranê ye û çend caran gefa lawazkirina Artêşa Îranê bi riya siza û dorpêça cîhanî kiriye, ji ber ku ew di wê baweriyê de ye, ku Îran rêketina etomî ji xwe re bikar aniye daku hejmûna xwe ya serbazî li Rojhilata Navîn berfireh bike.

N.O