Perleman dema nehiştina paşeketkirina mûçeyan diyar dike

Ceifer Îmînkî: Bizavên nehiştina paşeketkirina mûçeyên fermanberan, li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam in.

K24 - Navenda Nûçeyan

Cîgirê serokê Perlemana Kurdistanê Ceifer Îmînkî ragihand, ku sibe wê Perlemana Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina pirojeyasaya çaksaziyan bicive.

Ceifer Îmînkî got: Em piştrast in ku sibe wê Perleman bigehe rêketinekê, li ser pirsa çaksaziyan. Herwiha diyar kir, ku bizavên nehiştina paşeketkirina mûçeyên fermanberan, li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam in.

Got jî: "Hikûmeta Herêma Kurdistan nerîna xwe li ser pirojeyasaya çaksaziyan daye xuyakirin, me jî wek Desteya Serokatiya Perleman, maddeyên xwe destnîaşn kiriye, lewra ez piştrast im ku civîna sibê wê bi awayekî serkeftî bê lidarxistin".

N.O