Dadgeha federal: Em nikarin lêpirsînê bi perlemanterên alîgirên referandumê re bikin

Dadgeha federal a Iraqê “Li gorî destûrê, em nikarin lêpirsînê li gel wan perlemanteran bikin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeha federal a Iraqê, bersiva daxwazeke Perlemana Iraqê da û ragihand: “Ne ji karê me ye em biryarê li dijî wan perlemanteran bidin ku beşdarî di referandumê de kirine.”

Rêvebirê nivîsgeha ragihandina dadgeha federal a Iraq Iyas Samok ragihand: “Li  gorî bend û maddeyên destûrî, ne ji karê dadgeha federalî ye, nerîna xwe li ser beşdarîkirina perlemanteran di referanduma serxwebûna Kurdistanê de bide.”

Herweha got: “Li gorî destûrê, em nikarin lêpirsînê li gel wan perlemanteran bikin.”

Piştî ku perlemanterên Kurd di perlemana Iraqê de, beşdarî dengdana referanduma serxwebûna Kurdistanê bûn, serokatiya Perlemana Iraqê daxwaza lêpirsînê li gel wan perlemanteran kir, lê îro dadgehê diyar kir ku ew nikare vî karî bike.