Ebdûlkerim Omer: Divê hevpeyman vîzeyê bidin brîndarên HSD

Hevserokê Komîteya pêwendiyên derve yê Rêveberiya Xweser daxwaz ji welatên Hevpeymaniya Navdewletî dike, ku vîzeyê ji bo brîndarên HSD dabîn bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Komîteya pêwendiyên derve yê Rêveberiya Xweser daxwaz ji welatên Hevpeymaniya Navdewletî dike, ku vîzeyê ji bo brîndarên HSD dabîn bike .

Ebdulkerîm 'Ûmer di hevpeyvînekê de digel rojnameyek Australî ragihandiye, ku şervanên HSD ên ku di şerê li dijî DAIŞê de brîndarbûn e û hejmarek ji wan parçeyên laşê xwe jî, ji dest dan e nikarin vîzeya tu welatekî ji welatên rojava werbigrin, da ku çareseriya xwe ji derve bikin.

Bi gotina wî, hejmara wan şervanan 20 hezar e û daxwaza tevayiya wan a wergirtina vîzeyê hatiye redkirin. Tekez jî kir, nabe piştî bidawîhatina DAIŞê welatên Hevpeymaniyê pişta xwe bidin wan.

Ebdulkerîm 'Ûmer herweha got, pêwîst e Civaka Navdewletî vetoya Tirkiyê ya liser beşdariya wan di danûstandinên çareseriya Sûriyê de rake, ku bi gotina wî, niha zêdetir ji sedî 30 ji axa Sûriyê di destê wan de ye û nabe krîza Sûriyê bêyî wan, were çareser kirin.

 

 

 

C.B