Tirkiye navçeyên sînorî yên Herêmê bombebaran dike

Firokeyê şer ên Tirkiyê îro danê êvarê çand navçeyên cuda ên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyê şer ên Tirkiyê îro danê êvarê çand navçeyên cuda ên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, firokeyên şer ên Tirkiyê îro demijimêr 18:45 li dervera Biradost, navçeyên Çiya Kewêt, Bin Dîwane, Geliyê Xakurkê, Xakurk, Geliyê Reş, Geroyê Sinîn, çiyayên Şekîyo û beşek ji Çiyadîlê ya li sînorê bajarokê Sîdekanê bombebaran kirin.

Wek peyamnêrê K24ê amaje pê kiriye, bi êrîşa li ser navçeyên Biradost re, li sînorê Qeserê ya ser bi Çomanê jî, sînorê gundên Dîlman, Qelat, Wesan û Mawnanê bi giranî hatin bombebarankirin.

Ji encama wê bombebaran de jî, agir bi dar û daristanên geliyê Baleyanê ket.

Çend meh in hêzên Tirkiyê navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi giranî bombebaran dike, ji ber wê jî tirs di nava gundiyên wan navçeyan de belav bûye û newêrin biçin nava rez û zeviyên xwe û çend gund jî hatine valakirin.

 

S. B