Elî Bapîr: Hemû bi coş biçin ser sindoqên dengdanê

Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr li binkeyeke dengdanê dengê xwe da û ragihand, gelê Kurdistanê wek hemû gelên din mafê xwe yê bi azadî bijî heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr li binkeyeke dengdanê dengê xwe da û ragihand, gelê Kurdistanê wek hemû gelên din mafê xwe yê bi azadî bijî heye.

Di daxuyaniyeke rojnamevanî de, Elî Bapîr got: “Hêvîdar im her aliyek bi coş biçin ser sindoqên dengdanê, ji ber ku çendî dengên me bilind be, giraniya me zêdetir dibe.”

Got jî. “Gelê Kurdistanê wek hemû gelên din mafê xwe heye bi azadî bijî, hêvîdar in ev gav pir bi bereket be.”

Ev di demekê de ye, duh Komela Îslamî ya Kurdistanê bi fermî ragihand, em hemû dengê belê didin serxwebûna Kurdistanê.