Serok Barzanî bi şanda ENKSê re rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê guftûgo kir

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li şanda Serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir û di civînekê de rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û pêşhatinên dawî guftûgo kirin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li şanda Serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir û di civînekê de rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û pêşhatinên dawî guftûgo kirin.”

Malpera Serok Barzanî belav kir, “Di hevdîtinê de rewşa siyasî, pêşhatên dawî ya li Sûriyê û guhertinên hevkêşeyên meydanî yên Sûriyê nirxandin û şanda mîhvan bi kurtî di derbarê rewşa hemwelatiyên Kurd li Sûriye û dilgiraniyên xwe yên li ser paşaroja Kurd li wî welatî bi Serok Barzanî gihandin.

Di beşeke din a vê civînê de, şanda serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê spasiyên xwe bi Serok Barzanî gihandin ku herdem piştevan û xemxwarê gelê Kurd li Sûriye bûye û pêzanînên xwe ji bo helwesta vê dawiyê ya Serok Barzanî di derbarê çarenûsa gelê Kurd li Sûriye de hebû. Daxwaz jî kirin ku Serok Barzanî deng û mezlûmiyeta gelê Kurd bigihîne navendên dîplomasî û navdewletî.

Her li vê civînê de, Serok Barzanî di derbarê çawayiya karpêkirina li gel pêşhatên nû û parastina gelê Kurd li Sûriyê rênima û şîretên pêwîst li şanda mîhvan kir.

 

S. B