Mesrûr Barzanî: Referendûm dê xwesta Kurdistanê bigihîne cîhanê

Şêwirmendê Civata Asayîşa herêma Kurdistanê tekez dike , armanca referandûma serxwebûnê ne guhertina sînorên welatên cîran e.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Şêwirmendê Civata Asayîşa herêma Kurdistanê tekez dike , armanca referandûma serxwebûnê ne guhertina sînorên welatên cîran e.

Şêwirmendê Civata Asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di daxûyanîyekê de ji bo rojnameya The Guardian a Brîtanî diyar kir, herêma Kurdistanê dixwaze bi rêya referandûmê awayê pêwendiyên xwe digel 'Iraqê destnîşan bike. Red kir ku, referandûma serxwebûnê bandor liser guhertina sînorên welatên cîran hebe.

Mesrur Barzanî ji bo rojnameya The Guardian diyarkir, ew sîstema niha li Iraqê kar pê tê kirin , nema bi kêr tê,  û bi awayekî kirdarî Iraq dabeş bûye. Şêwirmendê Civata Asayişa herêma Kurdistanê tekez kir,  encamên referandûmê dê bibe sedem ku, xwesteka xelkê Kurdistanê bigihînin cîhanê , û wê demê gotûbêjeke aştiyane digel Bexdayê destpê bikin,  ji bo destnîşankirna çarenûsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê.