Tirkiyê Kurtulmuş: Ewropa erkên xwe bicîh neanîne

Kurtulmuş: Ewropa erkên xwe bicîh neanîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê radigihîne, ewê meha Gulanê derbarê guhertinên yasayên navxweyî û yasaya dijî terorê de pêşniyara xwe ya dawî bikin û li gor bersiva Yekîtiya Ewropa helwesta xwe diyar bikin.

Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş piştî civîna Encûmena Wezîran di konferanseke rojnamevanî de got: “Tirkiye bi Yekîtiya Ewropa re du rêkeftin îmze kirine. Yek paşveqebûlkirina penaberan bû. Ya duyem jî mafê welatiyên Tirkiye ku bêvîze bikaribin biçin welatên Ewropayê. Ev her du girêdayî hev in. Yekîtiya Ewropa bo vê û proseya endamtiyê 75 xal xistin pêşiya Tirkiyê. Tirkiye 70 xal bicîh anîn derbarê 5 babetan de jî dê pêşniyara xwe meha Gulanê bike. Yek ji wan jî Yasaya Dijîterorê ye. Tirkiye pabendê rêkeftinan maye. Derbasbûna penaberan bo Ewropa gihîştiye asta herî kêm. Lê Welatên Ewropa derbarê mafê vîzeyê de erkên xwe bicîh neanîne.”