Kûbîş daxwaza pêkanîna hikumetê li Iraqê dike

Nûnerê Netewên Yekgirtî ji bo Karûbarên Iraqê Jan Kûbîş daxwaz dike, heta Cejna Qurbanê hikûmeta nû were pêkanîn û hişyariyê dide Iraqê di derbarê pabendnebûna wê, bi sizayên liser Îranê

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Netewên Yekgirtî ji bo Karûbarên Iraqê Jan Kûbîş daxwaz dike, heta Cejna Qurbanê hikûmeta nû were pêkanîn û hişyariyê dide Iraqê di derbarê pabendnebûna wê, bi sizayên liser Îranê.

Di hevdîtinekê de digel rojnameya ŞerqulEwset, Kûbîş behsa çend pirsên Iraqê kir û hişyarî da hikûmeta Iraqê ku, xwepêşandanên li çend parêzgehên Iraqê peyamek bihêz a welatiyan e û nerazîbûna xelkê ji sîstema siyasî û taîfî ya Iraqê nîşan dide.

Di derbarê hejmûna Îranê li Iraqê, Kûbîş ragihand, li ser wê yekê divê Iraq biryarê bide. Lê di derbarê pabendbûna Iraqê bi sizayên li ser Îranê navborî got, Îraq ji bilî pabendbûnê ti bijardeyek din nîn e.

Jan Kûbîş daxwaz kir, berpirsên Iraqê dest bi projeya pêkanîna hikûmeta bê ya Iraqê bikin, û hêvî jî xwest, heta Cejnê hikûmet bê pêkanîn.

 

 

C.B