Nêçîrvan Barzanî û Mark Rutte çend pirsan guftûgo dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Lahay ligel Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Lahay ligel Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte civiyan.

Malpera Serokatiya Wezêrên Hollandayê ecindeya civînê belav kir û tê de hat, Nêçîrvan Barzanî û Mark Rutte pirsa koçberan, şerê li dijî DAIŞê, ewlehiya navçê û zêdekirina hevahengiya di navbera her du hikûmetan bi taybetî di warê keştûkalê de gotûbêj dikin.

Serdana Nêçîrvan Barzanî ji piştî serdana Enqerê û beşdariya di rêwresma destbikarbûna Recep Teyip Erdogan wek Serokomarê Tirkiyê tê.