Şaswar Ebdulwahîd hat girtin

Evro pêncşembîyê, 16yê,5,2015 şaswar Ebdûlwahîd, serokê Bizava Newey nwê, bi tuhmeta xirab bikaranînan alavên peywendîyan çû pêş dadwerê vekolînê.

K24- Hewlêr

Evro pêncşembîyê, 16yê,5,2015 şaswar Ebdûlwahîd, serokê Bizava Newey nwê, bi tuhmeta xirab bikaranînan alavên peywendîyan çû pêş dadwerê vekolînê.

Roja Sêşembîya bûrî, dadgeha vekolînê ya Asayîşa Giştîya Silêmanîyê, fermana girtina Şaswar Ebdulwahîd, serokê Bizava Newey Nwê derxist. Evroj jî serokê Bizava Newey Nwê di posteka Feyis Bûkê de, ragehand: ew amadeye biçe pêş dadgehê.

Piştî vekolîn li gel hat kirin, dadwerê vekoler biryar da, Şaswar Ebdulwahîd, bihê girtin, lê Firakisyon a Newey Nwê di kongireyeka rojnamevnî de li pêş dadgeha Silêmanîyê, ragehand, di rûniştina yekem a dadgayîyê de, Şaswar Ebdulwahîd hemû ew tuhmetên arastyê wî hatîne kirin, red kirîne.

Şaswar Ebdulwahîd, li gor madeya 2 ji yasaya qedexekirina xirab bi karanîna alavên peywendîyan hatîye tuhmetbarkirin. Eger ew tuhemet li ser wî sax bibin, yasa, sizayê wî dide bi zîndanîkirinê ji 6 mehan heya 5 salan, yan jî cezayek ku ji yek milyon Dînaran kêmtir nebe û ji pênc milyonan jî zêdetir nebe, yan jî herdû siza bi hev re.