Li cihê DBPê, HDP beşdarî hilbijartinên herêmî dibe

Partiya Herêma Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) stratejiya hilbijartinên herêmî diguherin. Li gor ragihandina berpirsên her du partiyan, DBP beşdarî hilbijartinên herêmî nabe; dê HDP vê carê beşdarî hilbijartinên herêmî bibe û d DBP jî girîngiyê bide perderdekirin û gihandina qadroyên siyasî. Rêveberên DBP’ê û HDP’ê amaje dikin ku bi vê stratejiya nû dêdê dengên xwe zêdetir bikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Partiya Herêma Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) stratejiya hilbijartinên herêmî diguherin. Li gor ragihandina berpirsên her du partiyan, DBP beşdarî hilbijartinên herêmî nabe; dê HDP vê carê beşdarî hilbijartinên herêmî bibe û d DBP jî girîngiyê bide perderdekirin û gihandina qadroyên siyasî. Rêveberên DBP’ê û HDP’ê amaje dikin ku bi vê stratejiya nû dêdê dengên xwe zêdetir bikin.

Piştî hilbijartinên parlemento û serokkomariyê êdî di rojeva bakûr û Tirkiyeyê de hilbijhartinên herêmî cih digire. Li gor biryara Lijneya Hilbijartina ya Bilind dê di 31’ê Adara 2019’an de ango piştî 7 meh din dê hilbijartinên herêmî were kirin. Rêveberên HDP’ê û DBP’ê jî lez dane xebatên amadekariyên hilbijartinên herêmî. DBP di vê hilbijartinê de stratejiya xwe diguhere. Hevserokê DBP’ê yê Diyarbekirê Îbrahîm Çîçek got; dê DBP beşdarî hilbijartinên herêmî nebe.

Hevserokê DBP’ê yê Diyarbekirê Îbrahîm Çîçek ji K24ê re got:  “Dema ku hilbijartin çêbibe em ê bi awayeke fermî li ser navê HDP’ê beşdarî hilbijartinê bibin. Lê DBP dê dîsa bi HDP’ê re bixebite. Him beriya hilbijartinê him jî piştî hilbijartinê dê komîsyonên rêveberiyên herêmê xebatên xwe bidomîne.”

Di nav 3 salên dawîn de nêzî 10 hezar siyasetmederên HDP’ê û DBP’ê hatine zindanîkirin. Li gor ragihandina rêveberên DBP’ê dê DBP wekî partiya perwerdekar xebatên xwe bidomîn û dê kesên xwedî cerebeya siyasî bigihîne. Ji aliyê din ve qeyûmên ku ji bo şaredariyên DBP’ê hatine tayînkirin xebatên berbiçav dikin. Lê rayedarên HDP’ê ne di wê baweriyê de ku xebatên qeyûman bandorê li rêjeya dengên HDP’ê nake. Alîkarê Hevserokê HDP’ê yê Diyarbekirê Mustefa Akengîn jî dibêje bi vê stretejiya nû HDP dê rêjeya dengên xwe jî li bakûr û Tirkiye zêde bike.

Mustefa Akengîn wiha axivî: “Em ê plansaziya heyama nû baştir bikin. Em ê hûrguliyên xebatên ku em ê 5 salan bikin raxin ser mase. Em di meseleya rêveberiyên herêmî de xwedî cerebe ne. Lê dîsa jî heger kêmasiyeke me hebe em ê derse ji xeletiyên xwe bigirin. Em ê xwe baştir amade bikin.”

Ji ber ku şaredariyên DBP’ê di destê qeyûmî de ne dê HDP bêyî piştgiriya şaredariyan, xebatan bimeşîne. Lê rayedarên HDP’ê û DBP’ê amaje dikin ku ew xwedî cerebeya rêveberiya herêmî ne. Li gor ragihandina rêveberên HDP’ê dê dîsa bi pergala hevserokatiyê beşdarî hilbijartinan bibin lê vê carê dibe ku ji bo diyarkirina nanzedan di nav partiyê de hilbijartin bê kirin.