Hejmarek din ji gundên misilmanên Rohingya hatin şewitandin

Du jêderên pêwendîdar bi çavdêriya rewşa Myanmar ragihandin, ku hejmareke din ji gundên misilmanên Rohingya li bakurê rojavayê Myanmar hatin şewitandin, piştî ku wan mislimanan ji ber şer reviyan û xwe li wan gundan girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Du jêderên pêwendîdar bi çavdêriya rewşa Myanmar ragihandin, ku hejmareke din ji gundên misilmanên Rohingya li bakurê rojavayê Myanmar hatin şewitandin, piştî ku wan mislimanan ji ber şer reviyan û xwe li wan gundan girtin.

Endama grûpa çavdêriya rewşê Kirîs Lîwa got: "Hêdî hêdî gund li pey gund tê şewitandin û di baweiya min de, misilmanên Rohingya li navçeyê hatine qirkirin. " 

Berpirsa navhatî tekez kir, ku li navçeya Rasîdong 11 gundên misilmanan hebûn, lê di nava du rojan de bi temamî hatin wêrankirin.

Ji aliyê xwe ve Artêşa Rizgarkirina Rohingya agirbesteke ji bo dema mehekê ragihand û di daxuyaniyekê de zelal kir, ku wan agirbest ji aliyekî ve ragihandiye, daku rêxistinên mirovî bikaribin alîkariyan derbasî navçeyên aloziyan bikin û li ser tevahiya pêkhateyan dabeş bikin. 

Ew agirbest di demekê de ye, ku ev bû bêtirî du hefteyan, li Myanmar tundî li dijî Misilmanên Rohingya destpê kiriye û ji encama wê tundiyê bi hezaran welatiyên misilman penaberî Bangladeshê bûn.

Ji aliyê xwe ve jî, Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî, artêşa Myanmar tometbar kir, ku mayinan li ser sînorê welatê xwe bi Bangladesh re vedide, da ku Misilmanên Rohingya li navçeyên xwe venegerin