Serok Barzanî: Cihê mixabiniyê ye têkoşerekî wekî Ebdilrehman Apo bi destê aliyekî Kurdî bikeve zîndanê

Serok Barzanî pêşwazî li Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) Ebdilrehman Apo kir û ragihand, cihê mixabiniyeke zêde ye têkoşerekî wekî wî bi destê aliyekî Kurdî bixin zîndanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî pêşwazî li Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) Ebdilrehman Apo kir û ragihand, cihê mixabiniyeke zêde ye têkoşerekî wekî wî bi destê aliyekî Kurdî bixin zîndanê.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî, îro roja Çarşem 05.12.2018 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya kesayetiyê siyasiyê Kurdê Suriye û Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye Abdulrehman Apo kir.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi azadbûna Abdulrehman Apo ji zîndanê nîşan da û ragihand, cihê mixabiniyeke zêdeye têkoşerekî wekî wî bi destê aliyekî Kurdî bixin zîndanê. Serok Barzanî hêviya wê yekê xwest dawî bi êş û azarên gelê Kurd li Suriye bê.

Di beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî ya Sûriye û rewşa Kurd li wî welatî de danûstandina bîr û ramanan kirin. Serok Barzanî ji bilî derbirîna nîgeraniya xwe ya di derbarê paşaroja Kurd li Sûriye, tekez li wê yekê kir ku daxwaza wan ji bo baştirbûna kêşeya Kurd li Sûriye tiştekî din bû. Lê belê bi sedema reftar û biryarên yek aliyane û binpêkirina rêkeftinnameyên di navbera aliyan de niha rewş aloz û pir giriftan ji bo gelê Kurd li Sûriya aniye holê. Eve jî ji bo me hemûyan cihê mixabiniyeke mezin e.

 

S. B