Hoşdarî ya karesat ên din dihê dan li Mûsilê
K24- Hewlêr
Di daxuyanîyekê de, nîvîsîngeh a Komisyon a bala ya maf ên mirovan li Îraqê hoşdarîyê dide ji berjengî ya karesatek a din li Mûsilê.
Di wê dauyanîyê de hatîye, pir a Siwês li ser rûbar ê Xewser li pişk a rojhilat a bajar ê Mûsilê, tirs a herifînê jê dihê kirin û alîyek a wê pirê ji cihê xwe livîyaye. Hatîye daxwazkirin ku hatûşûn a otombêlan bi ser pirê re bihê ragirtin û qedexekirin.
Her evro jî, Şêrwan Dûberdanî, perlemantar ê Neynewa di Civat a Nwêner ên Îraqê de hoşdarî dabû ku renge hinek pir ên bajar ê Mûsilê di her demekê de bi herifin û bibin eger akaresat ên din li wî bajarî.
Dûberdanî tekez jî kir, divê pişkinî û vekolîn bo tev piroje yên bajar ê Mûsilê carek a din bihê kirin nemaze jî ew pir ên ji cih ên xwe varîbûne û ladane. Çunku hijmarek a wan piran gef a wê yekê li serin ku di her demekê de bi herifin nemaze jî piştî ku paye yên hinek ji wan pirin bi eger a baran ên bi gurr heriftîne.
Her wî perlemantar ê Neynewayê amaje bi wê yekê kir ku giranî ya wan otombîl ên barhilgir ew în bi ser pir ên Mûsilê de diburin gelek ji şîyan a wan piran mezintire, nemaze jî pir ên Hesin ku dibe bi eger a giranî û kêş a zêde biherifin.
Dûberdanî got jî: Piştî karesat a Qyexê, Mûsil xwe li ber karesat ên din nagire, lew pêdivîye çavdêrî û dûvcûn bi hûrî û bi pirrî bo piroje yên wî bajarî û pir jî bihên nûkirin nekû par-par bihên nûkirin.
Ev di demêkê de ye, piştî wergrran a qayexê li 21 evê mehê, ku bû eger a can ji destdan a 100 kesan û bi dehan kes jî bê sorax mane ji encam a nebûn a merc ên selametîyê di pirojeyan de. Rajedarî ya kêm û belavbûn a gendelîyê hêrs û tûrreyê xelk anîn ser şeqaman û daxwaz a szdan a kêmasîkaran kirn. Bo bicihanîn a evan daxwazî yên xelk ên Mûsilê, evro Civat a Nwêner ên Îraqê, parêzgar ê Neynewa û herdû cêgir ên wî ji post ên wan biderxistin.