Mesrûr Barzanî û Helbûsî tekeziyê li ser sê xalan dikin

Di civînê de, herdu aliyan tekezî li ser pirensîpên hevbeş û hevsengî û lihevkirin di rêvebirina tevahiya dezgehên Iraqê de kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Îro şêwermendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya serokê nû yê Perlemana Iraqê Mihemed Helbûsî kir.

Di hevdîtinê de, ji bilî gotûbêjkirina pêşhatên dawî li Iraqê, behsa pêwîstiya beşdariya tevahiya alî û pêkhateyên Iraqê, di stendina biryaran de hat kirin û herdu aliyan tekezî li ser pirensîpên hevbeş û hevsengî û lihevkirin di rêvebirina tevahiya dezgehên Iraqê de kirin.

Herwiha di wê hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Mihemed Helbûsî kir, bi helkefta hilbijartina wî ji bo serokatiya Perlemana Iraqê û hêviya serketinê jêre xwest û piştevaniya xwe temam ji bo wî da xuyakirin.

Ji aliyê xwe ve, serokê Perlemanê Iraqê, sipasiya Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma kurdistanê kir, û tekezî li ser wê yekê kir, ku di demeke nêzîk de, ewê li gel tevahiya firakisyonên Perleman karên hevbeş bikin di warê derxistina yasayan de, bi armanca vegerandina baweriyê di navbera pêkhateyan de û xizmetkirina baş ji bo welatiyan bê cudahî.

N.O