Esed: Îran dikare binkeyên leşkerî li Sûriyê ava bike

Serokê Sûriyê Beşar Esed dibêje, heger Îran bixwaze wek Rûsyayê bikeyên xwe yên leşkerî li ser xala Sûriyê ava bike, ewê razî bibin. Got jî, Hizbulah hêzeke sereke ye di şerê li Sûriyê de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Sûriyê Beşar Esed dibêje, heger Îran bixwaze wek Rûsyayê bikeyên xwe yên leşkerî li ser xala Sûriyê ava bike, ewê razî bibin. Got jî, Hizbulah hêzeke sereke ye di şerê li Sûriyê de.

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevdîtinekê ligel kenala “alalam” a Îranî de li ser hebûna hêzên Îranî li Sûriyê got, heger Îran bixwaze wek Rûsyayê bikeyên xwe yên leşkerî li ser xala Sûriyê ava bike, ewê razî bibin, lê hebûna Îranê li Sûriyê niha di çarçova şerê li dijî terorê ye.

Derbarê hebûna Hizbulaha Libnanî li ser xaka Sûriyê de jî got, şerê li Sûriyê berdewam e û Hizbulaha Libnanî hêzeke sereke ye  di wî şerî de. Heger Sûriyê jê nexwaze, ti aliyek nikare wê hêzê ji Sûriyê derxe.

Beşar Esed aşkere kir jî: “Komên berxwedanê ji Libnan û Iraqê hatine Sûriyê û berevaniyê di ber xaka Sûriyê de dikin. Spasî, rêz û hezkirina min ji her çekdarekî wan ê şehîd û birîndar re hene.”

Li ser kontrolkirina xaka Sûriyê got: “Me ji destpêkê ve biryar daye emê tevahiya zaka Sûriyê rizgar bikin. Kengî biçin bakur, başûr, rojava û rojhilat, ev pirseke leşkerî ye. Lê niha me berê xwe daye başûrê Sûriyê û em rê didin proseya siyasî, heger biser neket, bi riya hêzê rizgar dikin.”

Ev daxuyaniyên Esed di demekê de ye, Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka David Satterfield derbarê mana hêzên Amerîka li Sûriyê got, biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê girêdayî şikandina DAIŞê û siyaseta wan a rûbirûbûna hebûna Îranê li Sûriyê ye.

Di meha dawî de jî Artêşa Israîlê çendîn caran ragihand, ku bi firoke û mûşekan êrîşî bingehên serbazî yên Îranê li nav axa Sûryê kirine û gellek ziyanên canî û madî li hêzên Îranî kirin.

 

S. B