Jêdera çekê kîmawî ya Sûriyê aşkere dibe

Raportên medyayê aşkere dikin, desthilatdarên Siwêsrayê di sala 2014an de rê dabû kompanyayên Siwêsrî ku 5 ton ji madeya “Isopropyl” hinadeyî Sûriyê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Raportên medyayê aşkere dikin, desthilatdarên Siwêsrayê di sala 2014an de rê dabû kompanyayên Siwêsrî ku 5 ton ji madeya “Isopropyl” hinadeyî Sûriyê bikin.

Malpera “Swissinfo” belav kir, Rêxistina Qedexekirina Çekê Kîmawî (OPCW) di Gulana 2014an de ragihandibû, ku Sûriyê 120 ton ji madeya “Isopropyl” jinav biribû.

Li gor raportê, piştî jinavbirina 120 ji wê madeyê ji aliyê rêjîma Sûriyê bi 6 mehan ve, kompanyayên Siwîsrî karîn û bê rêgiriya desthilatên wî welatî 5 tonan ji madeya “Isopropyl” hinadeyî Sûriyê bikin.

Li gor televisyona fermî ya Siwîsrayê û di bersiva wan raportên medyayî de, Desteya Karûbarên Aborî ya wî welatî ragihand, kompanyaya ew made ji wan kiriye, kompanyayeke dermanan ya Sûrî bû û ti amajeyek nîn e ku ew pêwendiya wê kompanyê bi rêjîma Sûriyê hebe, ne niha û ne berê jî.

Madeya “Isopropyl” bi alcohola sorkirî tê binavkirin di gelek madeyên pakirinê û boyaxan tê dîtin, lê madeyeke sereke ye ji bo dirustkirina gaza Sarîn.

Roja 7ê Nîsanê bajarê Dûma yê Xûta Rojhilatê Şamê bi çekê kîmawî hat bombebarankirin, di encamê de zêdetir ji 60 welatiyên sivîl hatibûn kuştin, Amerîka û Brîtanya û Fransayê jî rêjîmê bi êrîşa kîmawî tometbar dikin.

Roja 14/4/2018an, bi tawana bikaranîna çekên kîmawî, Amerîka û Birîtanya û Frensa, hejmarek bingehên serbazî yên rêjîma Sûryê bordûman kirin û bi bêtirî 100 mûşekan li wan bingehan dan, ku guman heye di wan de çekên kîmawî hatibin berhemanîn.

Berê jî Sûriyê bi bikaranîn gaza Sarîn hatibû tometbarkirin, ku di êrîşa meha Nîsana 2017an li ser Xan Şêxona Idlibê bikar anîbû û di encamê de zêdetir ji 80 welatiyên sivîl canê xwe jidest dabûn.

  

S. B