Kerkûkî: Berpirsên Heşda Şabî derewan dikin

Ligor daxûyaniya Dr. Kemal Kerkûkî, zanyarî di dest wan de hene, di nav çekdarên Heşda Şabî gelek kesên ku bi erebî nizanin hene

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Eniya Rojava ya Kerkûkê Dr. Kemal Kerkûkî diyarkir ku, Heşda Şabî hêzek mezin di derdora Başûr û Rojavayê Kerkûkê de bicîh kiriye.

Kerkûkî eşkere kir, berpirsên Heşda Şabî radighînin ku “armanca wan a êrîşkirina Kerkûkê nî ne” û pirsî “na xwe we ji bo ewqas çekên giran û çekdar komkirin e?”

Ligor daxûyaniya Dr. Kemal Kerkûkî, zanyarî di dest wan de hene, di nav çekdarên Heşda Şabî gelek kesên ku bi erebî nizanin hene.

Kerkûkî diyarkir ku, Pêşmerge amadeyî berevaniya Kerkûkê û Kurdistanê ye, her tevgerek nexêr ji alî hêzên Iraqê û Heşda Şabî jî dê bi bergiriya Pêşmerge, xelkê Kerkûk û Kurdistanê re berçav were. Daxwaza çareseriya pirsgîrêkan a herî baş bi rêya diyalog û danûstandinê binav kir.