Goran: Wek xwe dimînin

Di daxuyaniyekê de Tevgera Goranê ragihand, li ser heman bername û rêbaza ku rêkxerê koçkirî yê Tevgera Goranê Newşêrwan Mistefa daneye, dimînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyekê de Tevgera Goranê ragihand, li ser heman bername û rêbaza ku rêkxerê koçkirî yê Tevgera Goranê Newşêrwan Mistefa daneye, dimînin.

Piştî ku roja 19 Gulanê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) birûskeke serxweşiyê arasteyî Tevgera Goranê kir û herwiha di peyama YNKê ya di dema bi axê spartina termê Newşêrwan Mistefa dehatiye, daxwaza yekgirtinê ji Tevgera Goranê kir, îro Tevgera Goranê ragihand, li ser kar û bernameya xwe dimînin.

Di daxuyaniyê de hatiye, “Tevgera Goranê, goranxwazan dilniya dike ku wek Kak Newşêrwan Mistefa nexşe kişandiye, amanita peyam û aramancên Goranê wek çavên xwe diparêzin.”

Herwiha gotiye: “Çi li ser asta navxweyî ya Herêma Kurdistanê, çi ligel Bexdayê û li asta navçeyê de jî, ligel komek qeyran û pirsgirêk rûbirû dibin. Di vê boneya xemgîn de, em di Tevgera Goranê de dibînin ku çareseriya pirsgirêkên navxweyî, li ser bingeha hevsengî û rêzgirtin li îradeya welatiyan û serweriya yasa û dam û dezgehan dibe. Li ser van bingehan, Tevgera Goranê amade ye çareseriya hemû pirsgirêkan bike.”