Îstixbarata Tirkiyê bircên telefonê li Efrînê hildiweşîne

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bircên hêlên telefon û Internetê yên kompanyayên Sûriyê MTN Syria û Syriatel li herêma Efrînê hildiweşîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bircên hêlên telefon û Internetê yên kompanyayên Sûriyê MTN Syria û Syriatel li herêma Efrînê hildiweşîne.

Navenda Medyayî ya Efrînê belav kir, hêzên Tirkî û grûpên çekdar ên ser bi wê ve roja 11ê vê mehê birca pêwendiyên telefon û Internetê ya kompanya Syriatel li gundê Meydankê hilweşand û plan dike bircên kompanyayên Tirkî li cihê wan dane.

Herwiha da zanîn, berî demekê jî grûpên çekdar birca kompanyaya MTN Syria li navçeya Cindirêsê rakiribûn.

Wê navendê diyar kir, niha li herêma Efrînê tenê hêlên pêwendiyên telefonî û Internetê yên Tirkî hene û ew jî di bin çavdêriya îstixbarata Tirkiyê de ne.

Li gor zanyariyên wê navendê jî, îstixbarata Tirkiyê xizmeta Internetê li ser kesên ku karta wan “Kîmlik” tune ne jî qut kiriye.

Li ser armanca rakirina wan bircên kompanyayên Sûrî, diyar kir, armanca îstixbarata Tirkiyê ji hilweşandina bircên kompanyayên Sûrî ew e, ew bixwe xizmeta telefon û Internetê li Efrînê dabîn bike, ji bo bi hêsanî çavdêriyê li çalakvanan bike.

Ji aliyekî din ve, Peyvdarê Artêşa Niştimanî Mihemed Hemadîn ji medyaya opozîsyona Sûriyê re ragihand, wan ji ber sedemên ewlehiyê dest bi rakirina bircên kompanyayên Sûrî kirin û di demên bê de jî ew li tevahiya navçeyên bakur û rojhilatê Helebê jî bircên kompanyayên Sûrî radikin.

 

 

S. B