Kurdistan “Serdana Mesrûr Barzanî nîşan dide ku Amerîka piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike”

 

K24 – Diyarbekir

Akademisyen û çavdêrên asiyasî serdana Rawişkarê Encumena Ewlehiya Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda gel wî li Amerîkayê ji Kurdistan24 re nirxandin. Çavdêrên siyasî ragihandin ku Kurdistan wek fîîlî wek welatekî serbixwe ye û di serdanê de jî mijarên piştî ku Kurdistan serbixwe bibe, pêwendî û têkiliyên sitratejîk bi Emerîkayê re hatiye gengeşîkirin.

Çavdêrên siyasî û Akademisyenên li Bakurê Kurdistanê li ser Serdana Rawişkarê Encumena Ewlehiya Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxuyandin ku destnîşana gengeşîkirina pêwendiyên sitratejîk yên di navbera Kurdistan û Amerîkayê de ye. Çavdêrên siyasî bale kişandin ku di rewşeke ku Kurdistan berbi referandûma serxwebûnê ve diçe û berhevanîn û damezrandina hêza leşgerî ya Kurdistanê di rojevê de ye ev serdan tê kirin û ev jî nîşan dide ku Emerîka bi aşkere nebêje jî raziye ku Kurdistan serbixwe bibe.

Nivîskar û çavdêrê siyasî yê Kurd Îbrahîm Guçlu anî ziman ku Mesrûr Barzanî di yekemîn serdana xwe ya li Amerîkayê de jî bi danîna pêwendiyên xwe him li Amerîkayê him jî li Cîhanê deng vedaye û di rewşeke wiha girîng de jî dê bi pêwendiyên baş vegere. Guçlu anî ziman ku pêwendiyên bi vî rengî yên Kurdistanê serkeftin û serfiraziya hemû partiyên Kurdistanê ye ku piştgirî didin serxwebûn û serkeftina Kurdistanê.

Çavdêrê siyasî Îbrahîm Guçlu ji K24ê re wiha axivî: “Amerîka belkî ji bo Ereban, ji bo Turkiye, ji bo dewletên din yên li Rojhilata Navîn, bi aşkereyî nabêje, lê ev pêwendî jî nîşan dide ku Eemrîka piştgiriya Serxwebûna Kurdistanê dike.”

Akademisyen û çavderên siyasî dibêjin, bi dewletbûyîna Kurdistanê dê gelek pirgirêkên din jî li heremê çareser bibin û dewletbûyîna Kurdistanê jî tiştekî derengmayî ye.

Akademisyên Zaningeha Dicleyê Doç. Dr. Amet Înan jî dibêje, mijara serdana Mesrûr Barzanî û Şanda Gel wî, bi referandûma Serxwebûna Kurdistanê ve girêdayî ye û radigihîne ku Turkiye her çiqas bi Kurdistanê re pêwendiyên baş hebin jî naxwaze ku bibe dewleteke serbixwe.

Akademisyen û çavdêrê Siyasî Ahmet Înan ji K24ê re got: “Wek Kurdên hemwelatiyên Turkiyeyê em dixwazin ku pêwendiyên Kurdistanê û Turkiyeyê her başbin, weka ku Erdoganî jî dibêje, bi formula serbixe  da ku biserkevî herdû alî jî qezanc bikin baş e. Înşelah em serkeftinê ji Kurdistanê re dixwazin û ez jî Kurdistaneke serbixwe dixwazim.”

Çavdêrên siyasî, pêşbînî dikin ku dê Kurdistan pêwendiyên baş û serkeftî yên dîplomatîk piştî serxwebûne bi hemû welatên cîhanê re pêkbîne.