Mercê PDKê ji bo beşdariya aliyan di hikmetê de heye
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsên Partiyan Demokrat a Kurdistanê (PDK) radigihînin, her aliyek bixwaze di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de beşdar be, divê ta dawiyê berdewam be û nabe di dema qeyran û nexweşiyan de xwe vekişîne.
Di kabîneya berê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de gelek milmilane di navbera partiyên beşdar de hebû, beşek ji aliyan û bi bihaneya nebûna çaksaziyê desthilata û di dema qeyran û kêşeyan de destê xwe ji nava hikûmetê vekişandin. Aliyên sereke yên hikûmet pêk anînbûn gotin, hikûmeta ya hemûyan e û milê xwe didine ber qeyranan û derbas dikin. PDK bi aşkere dibêje, ew aliyên bixwazin di kabîneya nû de beşdar bin, divê ta dawiyê bimînin. Hevdem dibêjin jî, ji mafê wan e karnameya hikûmetê amade bikin û her aliyek bixwaze beşdar bibe, divê di çarçova karnameya PDKê de beşdar be.
Peyvdarê Encûmena Serkirdatiyê ya PDKê li Silêmanî û Helebce Eta Şêx Hesen ji K24ê re got: “Gelek caran aliyan soza da, lê berdewam nebûn. Girîng ew e ev qonaxa niha ku qonaxek e em hemû berpirsyar in li hember parastina Herêma Kurdistanê, li hember vê dema hestiyar û helwestên netewî û niştimanî û helwestên ku berjewendiyên bilind ên xelkê tê de ne. Aliyan baweriya dengê xelkê wergirtine û divê di asta wê baweriyê de bin, ku her aliyek bi qebareya xwe ya hilbijartinê wergirtiye, ji bo avakirina Kurdistaneke bihêz.”
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi PDKê re hevnerîn e û xwazyar e dema aliyên din biryara beşdarîkirinê bidin, di xweşî û nexweşiyê de bi hikûmetê re bin û bi pêwîstî jî dizanin ji bo yekgirtina Kurd di Iraqê de, tevahiya aliyan beşdarî hikûmetê bin.
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê YNKê Tehsîn Namiq ji K24ê re got: “Gerantî ji bo bihêlin aliyên din di nîvê rê de venekişin ew e, hikûmeteke bernameyeke wê ya hemelayene hebe ku rengvedana tevahiya hêz û aliyan be û bernameyek. Bawer im ev gerantî ye ku hemû alî bikaribin beşdar bin û bi serkeftî ta dawiyê bimînin.”
Ta niha aliyên siyasî li deriyên hev nedane ji bo guftûgoya pêkanîna hikûmetên bikin, lê ji hemûyan ve ron e ku PDKê wek aliyê sereke li dijî dubarekirina ezmûna hikûmeta bûrî ye û bi aşkere jî ew yek ragihandiye.