Qedexe li 46 gund û mezargehên Diyarbekirê hat rakirin

Li gundewarên navçeyên Farqîn, Licê, Hezro û Pasûrê hatibû ragihandin; di 24’ê Îlonê de demjimêr 05.00’ê hatiye rakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgariya Diyarbekir da zanîn ku qedexeya derketina kolanan a di 21’ê Îlonê demjimêr 05.00 li gundewarên navçeyên Farqîn, Licê, Hezro û Pasûrê hatibû ragihandin; di 24’ê Îlonê de demjimêr 05.00’ê hatiye rakirin.

Parêzgeriya Diyarbekir bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku, di 21’ê Îlonê demjimêr 05.00’ê li 46 gund û mezrikên girêdayî Farqîn, Licê, Pasûr û Hezroyê ne; ji bo ku li hember endamên PKK’ê operasyon werin lidarxistin, qedexeya derketina kolanan ragihandibû. Parêzgeriyê da zanîn ku li deverên ku qedexe hatibû ragihandin de, di 24’ê Îlonê demjimêr 05.00’ê qedexe bi dawî bûye.