Dizê muzîk û stranên Kurdî, carek din derew kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Mustafa Yildizdogan ê ku wekî stranbêjê nîjadperest ê Tirk tê nasîn, bi taybetî jî bi strana “Olurum Turkiyem” ku strana herî popular / navdar a nîjadperestan e, lê di rastiya xwe de ji muzîka kurdî, ji Koma Qamişlo hatiye dîzin, carek din derew kir.

Yildizdogan gotibû ku, ewî tu caran ne gotiye muzîka strana “Olurum Turkiyem” a wî ye. Lê, di berg a CDya wî de dinivîse ku Muzika “Olurum Turkiyem” a Mustafa Yildizdogan e.

Şîrovevanên Kurd dibêjin, ji xwe stranbêjên Tirk ên dizên muzik û stranên kurdî, tu caran vê rastiyê qebul nakin. Herweha di raya giştî ya Tirk de jî, ev babet ciddî nayê girtina dest, ji ber ku ya ku tê dizîn muzîka kurdî ye, çanda kurdî ye û ew naxwazin ev rastî derkeve.

Derewa Mustafa Yildizdogan ê dizê strana Koma Qamişlo, di berga CD ya wî de xûya dibe! Di bin strana “Olurum Turkiyem” ku yekem stran a CD ye, dinivîse: muzik û gotin: Mustafa Yildidogan! Niha ev derewkar dê çi bibêje, balkêş e!