YE bo Tirkiye: Rewşa Awarte bidawî bînin

Ligor YE di Rewşa Awarte de maf tên binpêkirin, xelk bi kom ji kar tên avêtin, girtin û binçavkirin zêde dibin û ev hemû metodên hikumetê, ligel YE dilgiraniyan peyda dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Ewrûpa (YE) ji Tirkiye xwest, berî lidarxistina hilbijartinên pêşwext Rewşa Awarte bidawî bike. Herweha daxwaza ji Enqere hate kirin, di warên din, ên demokrasî û mafan de pêngavên erênî bên avêtin.

Pêkanîna hilbijartinê pêşwext di Rewşa Awarte de cîhana Rojava dilgiran kiriye, berî çendîn rojan Wezareta derve ya Amerika jî di vê derbarê de rexneyên xwe anîbûn ziman.

Ligor YE di Rewşa Awarte de maf tên binpêkirin, xelk bi kom ji kar tên avêtin, girtin û binçavkirin zêde dibin û ev hemû metodên hikumetê, ligel YE dilgiraniyan peyda dike.

Roja sêşemiyê Rapora pêşkeftinê ya Tirkiye hatibû ragihandin û di wê raporê de jî 67 caran behsa Rewşa Awarte hatibû kirin û daxwaza bidawî anîna wê, ji hukimeta Tirkiye hatibû xwestin.

 

 

C.B