Amerîka dev ji çekdarkirina HSDê bernade

Pentagonê xwestiye, ku kelûpelên serbazî û çek û rext ji bo 60 hezar heya 65 hezar şervan bên peyda kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî belgeyeke fermî, ku bi dest Ajansa Anadolê ya Tirkiyê ketiye, wezareta bergiriya Amerîka Pentagonê, daxwaza budceyeke taybet ji bo hevpeymanên xwe yên li dijî DAIŞê li Sûryê kiriye.

Li gorî daxwaza Pentagonê, ji bo berdewamkirina şerê li dijî DAIŞê li Sûryê, 300 milyon dolar hatiye xwestin û ji bo parastina sînoran jî, daxwaza 250 milyon dolar kirye û para HSDê jî di wan pereyan de heye.

Di wê belgeyê de hatiye xwestin, ku kelûpelên serbazî û çek û rext ji bo 60 hezar heya 65 hezar şervan bên peyda kirin, 30 hezar ji bo ew hêza ku tevlî şerê dijî DAIŞê bûye û 35 hezar ji bo hêzên parastina sînoran.

N.O