Daxuyaniyeke piştgîriyê ji parlematoya Ewropa bo Kurdistanê

Grûpa Dostên Kurdistanê di parlemantoya Ewropayê de, daxuyaniyeke piştevaniyê ji bo Herêma Kurdistanê re belav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpa Dostên Kurdistanê di parlemantoya Ewropayê de, daxuyaniyeke piştevaniyê ji bo Herêma Kurdistanê re belav dike.

Grûpa Dostên Kurdistanê di parlemantoya Ewropa de ku ji 33 endamên tevahiha komên parlemantoyê pêk hatiye, di daxuyaniyekê de radigihîne, ew bi nîgeranî ji komkirina artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şeibî li derdora Kerkûkê dinêrin.

Parlemanterên Ewropî ji bilî pesndayîna helwesta Herêma Kurdistanê ji bo rûniştin û guftûgokirinê, daxwaz ji karbidestên Bexdayê dikin, li dûv vê daxwazê biçin û diyalogê red nekin.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de, parlemanterên Ewropî bi bîra hemûyan tîne, ku bendên destûrê yên taybet bi asayîkirina rewşa Kerkûkê ve, heta niha nehatine cibicîkirin, di demekê de ku diviyabû bi dawiya sala 2007an re bihatina cibicîkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de parlemanterên Ewropî dibêjin: "Ji vir de, bi bîra hemûyan tînin, ku di Havîna 2014an de artêşa Iraqê li hember rêxistina terorê DAIŞê rûxa, ew di saya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê de bû ku ew navçe parastî man û neketin destê  DAIŞê."