Fermandarê Giştî yê YPG'ê: Qedera me bûye em herêmê ji belayê Erdogan jî pak bikin

Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo ragihand, “Çawa ku hêzên me YPG/YPJ'ê herêm ji DAÎŞ'ê paqij kirin, xuya bûye qedera me ew e ku em herêmê ji belayê Erdogan jî paqij bikin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo ragihand, “Çawa ku hêzên me YPG/YPJ'ê herêm ji DAÎŞ'ê pak kirin, xuya bûye qedera me ew e ku em herêmê ji belayê Erdogan jî pak bikin.”

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo li ser gefên Tirkiyê yên ji bo destpêkirina operasyona li dijî Efrîn û Minbicê ji ajanseke nêzîkî PKKê re axivî û got: “Ji xwe ev 6 sal in Tikiye bi rê û rêbazên cuda li dijî Rojavayê Kurdistanê şer dike. Lê belê di van êrîşên xwe de ti carî bi ser neket.”

Sîpan Hemo diyar kir, armanca bingehîn ji van êrîşan ew e ku di navbera gelê Kurd û gelên herêmê de şer bê derxistin û wiha dewam kir: “Ji ber ku Tirkiyê ev bi ser nexist û nekarî fitneyê bixe nava gelan, ev plana wan şikest.”

Derbarê amadekariyên wan de, Sîpan Hemo ragihand, ewê bi serbilindî li hember wê operasyonê rawestin û çawa ku wan planên beriya niha têk birin dê planên Tirkiyê yên li ser Efrînê jî têk bibin.

Li ser helwesta Amerîka û Rûsyayê li hember van gefên Tirkiyê Sîpan Hemo got: “Heger Îran, Rûsya, Sûriye û Amerîka erê nekin, Tirkiye dê nikaribe êrîşeke bi vî rengî bike. Ji ber ku yasayên navneteweyî rê nade vê yekê.

Herwiha got jî: “Heger Tirkiye êrîşeke wiha bike, hingî wê were wê wateyê ku Rûsya, Îran, Sûriye û Amerîka ji nedîtî ve tên. Bêguman em li ser rewşeke gengaz diaxivin. Heger êrîş bê kirin û helwesteke cidî neyê nîşandan, dê gelê Kurd van hemûyan berpirsyar bibîne.”

Sîpan Hemo got: “Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip bûye belayê serê Kurdan, Ereban, Asûrî, Tirkan û hemû gelên din. Çawa ku hêzên me YPG/YPJ'ê herêm ji DAÎŞ'ê paqij kirin, xuya ye bûye qedera me ku em herêmê ji belayê Erdogan jî paqij bikin. Şerê Efrînê wê bibe şerekî wiha. Em pê piştrast in ku gelê Kurdistanê, gelê Ereb, gelên Sûriyeyê, herêmê û gelemperiya cîhanê wê li cem têkoşîna rewa û mafdar a gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê cih bigirin.”