Erebistana Siûdî bala Tirkiye kişand

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Erebistana Siûdî di Neteweyên Yekgirtî de Ebdellah El Muallimî girêdayî rewşa Qeterê bala Tirkiye kişand û got: Brayên me yên Tirk dive bizanin ew dem a destwerdan a di cîhana Erebî de qediya ye. Ger bixwazin rolek baş bigrin ser milên xwe em kêfxweş dibin, lê ger bixwazin bi bînkeyên serbazî û destwerdana serbazî rolek bilîzin, ev nayê pejirandin û zerarê dide pêwendiyên Tirkiye bi cîhana Ereb re.