Hikûmeta Îranê du welatiyên Kurd bidar vekir

Du welatiyên din yên Rojhilatê Kurdistanê, ji bajarê Birucêrd yê ser bi Parêzgeha Loristanê ve, di zindana heman bajarî de hatin bidarvekirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Du welatiyên din yên Rojhilatê Kurdistanê, ji bajarê Birucêrd yê ser bi Parêzgeha Loristanê ve, di zindana heman bajarî de hatin bidarvekirin.

Malpera Rêxistina Hengaw ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku sizaya bidarvekirinê roja Yekşemê di zindana jimare du ya bajarê Birucêrd, li ser herdu welatiyên Kurd hat bicîkirin.

Wê malperê zelal kir, ku ew du welatiyên Kurd bi tometa kuştinê hatibûn girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadweriya Îranê ve, sizaya bidarvekirinê li wan hat birrîn.

Herwiha li gorî amarên Rêxistina Hengaw, ji destpêka vê salê ve, sizaya bidarvekirinê li ser 6 welatiyên Kurd li Parêzgeha Loristan hatiye bicîkirin.

N.O