Mislim: YPG û YPJ dest bi şerê gerîla kirine

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê û Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Mislim aşkere kir, têkoşîna li Efrînê derbasî qonaxeke nû bûye û YPG û YPJ êdî ewê şerê gerîla bimeşîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîta Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê û Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Mislim aşkere kir, têkoşîna li Efrînê derbasî qonaxeke nû bûye û YPG û YPJ êdî ewê şerê gerîla bimeşîne.

Salih Mislim ji ajansa “ANF” re axivî û got, Li Efrînê têkoşîn û şer bidawî nebûye, berevajî wê têkoşîn didome û şêwaza şer hatiye guhartin.

Mislim got ku, Ji ber ku dewleta Tirk li Efrînê sivîlan armanc dike û komkujiyan dike. Li navenda Efrînê û derdora wê şervanên YPG û YPJ’ê hene û têkoşîn didome.

Hevserokê berê yê PYD’ê got jî, Soza wan ji gel re heye, ewê û vê soza xwe bi cih bînin. Ewê ti carî dest ji Efrînê bernedin.

Salih Mislim amaje bi helwesta saziyên navneteweyî kir û got, “Saziyên neteweyî û dewletên cîhanê em bi tenê hiştin. Bi vê bêdengiya xwe re zemîna êrîşê dan dewleta Tirk.”

Mislim tekez kir, Li Efrînê têkoşîna şervanên YPG û YPJ’ê bi awayekî cihê didome. Ji niha û bi şûn ve YPG û YPJ bi şêwazê gerîla şer bike. Bi taktîkên gerîla ewê berxwedanê di asteke bilindtir de bikin.

Ji aliyê xwe ve, pêr Encûmena Cibicîkar a Kantona Efrînê li devera Şehba konferanseke rojnamevanî lidar xist û tê ragihand, ku şervanên YPG, YPJ û HSDê ta niha jî li her gundekî û li bajarê Efrînê şerê wan li hember dagîkeriya Tirkiyê berdewam e. 

 

S. B