Kurdistan Romyo Hekarî: Peyama Barzanî gelekî girîng e

Romyo Hekarî: Peyama Barzanî gelekî girîng e

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Partiya Demokrata Partiya Demokrata Bêt Nehrên ragihand, peyama Serokê Herêma KurdistanêMesûd Barzanî, peyameke gelekî girîng e, dive hemû aliyên siyasî bi cidî werbigirin û divê hemû aliyên siyasî bi hev re bicivin û li ser xalên peyamê guftûgoyê bikin, ji bo ku encamine baş jê werbigirin.

Sekreterê Partiya Demokrata Partiya Demokrata Bêt Nehrên Romyo Hekarî ji K24ê re derbarê sîstema hikumraniya Herêma Kurdistanê de jî got: “Di baweriya me de divê hemû alî beşdariyê di hikûmetê de bikin, bi taybet jî nûnerên pêkhateyên cuda.”

Herwiha Hekarî got: “Pêwîst e guhartin di serokatiya parlementoyê de çê bibe, ji ber ji wê de pirsgirêk derketin û belav bûn, ji ber wê divê guhartin di posta Serokatiya Parlementoyê de çê bibe û kar bibe heta bikarin çareseriyekê ji pirsgirêkan were dîtin.”