Panela Piştgiriya Referendûma Serxwebûnê li Stebolê

Di panel a ku ji alî Insiyatifa Piştgiriya Referendûma Serxwebûna Kurdistanê ve hatî organîzekirin, kesayetiyên girîng ên Kurd û Tirk jî beşdarî kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi nêzîkbûna roja referendûma serxwebûna Kurdistanê, xebatên piştevaniya referendûmê bi awayek mezin berfereh dibin. Di vê çerçoweyê de panelek li Stenbolê jib o piştevaniya referendûmê hate lidarxistin.

Di panel a ku ji alî Insiyatifa Piştgiriya Referendûma Serxwebûna Kurdistanê ve hatî organîzekirin, kesayetiyên girîng ên Kurd û Tirk jî beşdarî kirin.

Ji Kurdistanê: Seroka partiya Reformê ya Tirkmenan Muna Kahveci, berpirsiyarê pêwendiyên derve yê PDK Hoşyar Sewêlî, Dr. Elî Teter, pêşengê cemaat a Êzdî Pîr Xidir, herweha Parlementerê AK Partî yê Diyarbekrê Galip Ensarioglu, Prof Dr. Vahap Coşkun, Prof Yaşar Abdulselamoglu jî beşdarî kirin.