Trump mana hêzekê li Sûriyê ragihand

Serokê Amerîka Donald Trump mana hejmarek ji hêzên welatê xwe li Sûriyê ragihand û tekez kir, biryara mana 400 leşker li Sûriyê nayê wateya ku guhartin di biryara vekişandina ji wê welatî de çê bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump mana hejmarek ji hêzên welatê xwe li Sûriyê ragihand û tekez kir, biryara mana 400 leşker li Sûriyê nayê wateya ku guhartin di biryara vekişandina ji wê welatî de çê bûye.

Serokê Amerîka Donald Trump di konferanseke rojnamevanî de ragihand, biryara mana hejmarek leşkerî li Sûriyê nayê wateya guhartinek di biryara vekişandinê de rû daye. Nêzîkî 400 leşker li Sûriyê dimînin û li rojhilatê Firatê û binkeya leşkerî ya Tinifê ya li ser sînorê Sûriye, Iraq û Udinê tên dabeş kirin.

Ev daxuyanî di demekê de, Serokê Amerîka 19ê Berçileya 2018an biryar vekişandina hêzên welatên xwe ji Sûriyê dabû. Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan jî gefa destpêkirina operasyonekê li ser Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Firatê dixwe.

Her di wê derbarê de, Berpirsekî pilebilind ê Rêveberiya Amerîka ji ajansa Ruetersê re ragihandibû, dê hêzên wan beşek bin ji 800 ta 1500 leşkerên Ewropî, ku dê li wê navçeyê bimînin û diyar kir, ku danûstandinên Amerîka û Hevpeymanên wê yên Ewropî, ji bo wan hêzên ku dê li Devera Aram bimînin berdewam in.

Li gor zanyariyan niha derdora 2 hezar serbazên Amerika li rojhilatê Firatê ne û ev hêz li deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokrat de dimînin.

 

S. B