Amerîka û Rûsya li ser derxistina Îranê ji Sûryê lihev kirin

Reuters: Trump û Putin li ser giringiya derxistina hêz û mîlîşyayên Îranê ji nav Sûryê lihev kirine û ew lihevkirin ketiye warê bicîkirinê de.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Ajansa Reutersê ji ser zimanê berpirsekî di rêveberiya Amerîkî de veguhestiye, ku serokê Amerîka Donald Trump û yê Rûsya Vladimir Putin, li ser giringiya derxistina hêz û mîlîşyayên Îranê ji nav Sûryê lihev kirine û ew lihevkirin ketiye warê bicîkirinê de.

Bi gotina wî jêderî, şêwirmendê Trump wê di hefteya dahatî de, vê mjarê li gel hevpostê xwe yê Rûsî li Cinêvê gotûbêj bike.

Berî niha jî hatibû ragihandin, ku Amerîka û Rûsya li ser derxistina Îranê ji Sûryê lihev kirine, lê wê demê, Mosko ew nûçe red dikir.

Girêdayî heman mijar, ji destpêka îsal ve, serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu sê caran serdana Mosko kir û fişarên mezin li serokê Rûsya Vladimir Putin kir, ku kar li ser derxistina hêzên Îranî ji Sûryê biki, ji encama wan fişaran, rûsya ragihand ku hêzên ser bi Îranê ve wê 80 heya 100 Kîlometran ji sînorên Israîl bên dûrxistin, lê Israîl tekez kir, ku pêwîst e hêzên Îranê bitemamî ji tevahiya Sûryê derkevin.

N.O