Opozîsyona Sûriyê hişyariyê ji vekişandina Amerîka dide

Serokê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê radigihîne, heger hêzên Amerîkî ji Sûriyê vekişin, dê mîlîşyayên Îranê li şûna wan bicih bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê radigihîne, heger hêzên Amerîkî ji Sûriyê vekişin, dê mîlîşyayên Îranê li şûna wan bicih bibin.

Serokê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê Nesir Herîrî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, gava Amerîka a vekişandina hêzên xwe di dema niha de ne di cihê xwe de ye û dê encamên metirsîdar jê derkevin.

Nesir Herîrî got jî, vekişîna hêzên Amerîkî dê bibe sedema derbasbûna mîlîşyayên Îranî ji wê deverê re, hatina mîlîşyayên Îranî jî tê wateya derketina rêxistinên terorî. Divê Amerîka bi berpirsyarî tevbigere nehêle karesatek rû bide.

Serokê Amerîka Donald Trump di meha bûrî de biryara vekişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê dabû, lê di dawî daxuyanî de Trump got, ew ji bo vekişandina hêzên xwe bilez nakin.

 

S. B