Erdogan 2 bijardeyan datîne pêş Trump

Serokomarê Tirkiyê bang li Serokê Amerîka Donald Trump dike, eger hevalbendên hev in, divê bi hev re derbarê Sûriyê de biryar bigrin, lê eger ne hevalbend in, ew dikarin çareyek bo xwe bibînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê bang li Serokê Amerîka Donald Trump dike, eger hevalbendên hev in, divê bi hev re derbarê Sûriyê de biryar bigrin, lê eger ne hevalbend in, ew dikarin çareyek bo xwe bibînin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, dema ku ji Çînê vegeriya di firokeyê de, derbarê pêwendiyên Amerîka û YPG de bersiv da pirsên rojnamegeran û got, hemû xeletî di dema rêveberiya Barack Obama de hatine kirin û Trump ev yek di hemêza xwe de dîtiye û êdî sebra wan nemaye.

Erdogan got, şandên ku ji Tirkiyê beriya serdana wî çûne Amerîka derbarê rewşa Sûriyê de hevdîtin kirine û gelek belge pêşkêş kirine û di hevdîtina Trumpê de dê biryar bê dayîn û ev mijar çareser bibe.

Erdogan got, hêzên wan li Cerablus û Babê nîşan dane ku dikarin hember DAIŞ şer bikin û di vê warê de çi pêdivî bi Hêzên Sûriye Demokrat (HSD) nîne.

Serokomarê Tirkiyê îro ji Çîne berve Washingtonê birê ket, biryar e ligel Serokê Amerîka Donald Trump bicive.