Kurdistan Li Efrînê jî girtina dikanan hate ferzkirin

Li Efrînê jî girtina dikanan hate ferzkirin
Efrîn 15 Sibata 2017

K24 – Qamişlo

Bi boneya roja 15 Sibatê, salvegera girtina Rêberê PKKê, Rêveberiya Xweser hemû dikan û bazarên bajarê Efrînê girtin.

Bi boneya 18emîn salvegera girtina Rêberê PKKê Abdelah Ocelan ji aliyê Tirkiyê ve. Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê û di bin navê “Roja Reş” de, roja 15 meha Sibatê weke rojeke betlanê destnîşan kir.

Çalakvanên ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihandin, Rêveberiya Xweser li ser welatiyên Efrînê ferz kir, ku hemû dikan û bazarên bajêr bên girtin, ji bilî nanpêj û nexweşxane û saziyên tenduristiyê.

Îro 15ê Sibatê salvegera girtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e. Ocalan ev 18 sal in di girtîgeha Îmraliyê cezaya hetahetayê dikşîne.