Daxwaza azadkirina Demîrtaş hat redkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Daxwaza azadkirina namzetê HDPê yê Hilbijartinên serokatiya Tirkiyê Selahatîn Demîrtaş hate redkirin.
Hefteya bihurî parêzerên namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Seahatîn Demîrtaş û Parlementera HDPê Ayşe Acar Başaran serî li Dadgeha Enqerê dabûn û ji bo pêvajoya hilbijartinê bi dadperwerane bi rê ve biçe daxwaza azadiya wî kiribûn. Lê Dadgeha Enqereyê biryara xwe da û daxwaza wan red kir.
Berî çend rojan jî parêzerê Selahedîn Demîrtaş ragihandibû, ku nêzîk wê Demîrtaş bê azadkirin û dihat çaverêkirin ku îro Demîrtaş ji zindanê derketiba.
Demîrtaş ji 4ê Çiriya Pêşînê ya sala 2016an ve girtî ye û bi endamtiya PKKê tê tohmetbarkirin.
S. B