Malbatên girtiyên Kobanî, bangawaziya Serokê Herêma Kurdistanê dikin

Xwedî û malbatên girtiyên Kobanê yên di girtîgehên DAIŞê de peyamekê arasteyî Serokê Herêma Kurdistanê dikin û hêviyê jê dikin ku alîkariya wan bikin bo diyarkirina çarenivîsa wan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xwedî û malbatên girtiyên Kobanê yên di girtîgehên DAIŞê de peyamekê arasteyî Serokê Herêma Kurdistanê dikin û hêviyê jê dikin ku alîkariya wan bikin bo diyarkirina çarenivîsa wan.

Di peyama malbatên girtiyên Kobanî yên ligel DAIŞê de hatiye, “Ji berî 4 salan ve, di dema êrîşa DAIŞê ya ser bi Kobanê de, rêxistina teroristî ya DAIŞê hejmarek ji welatiyên Kurd ên Kobanê revandin û heta niha ti agahiyên me zelal li ser wan tune ne. Li gor hin kesên ku ji girtîgehên DAIŞê hatine rizgarkirin, ku DAIŞ wan bi tuhmeta ku “Kurd in û gawir in” tuhmetbar dike.”

Malbatên girtiyan bangawaziya Serokê Herêma Kurdistanê dikin û dibêjin: “Ji ber rawişta û dîroka malbata we ya birûmet û ya ku bi dirêjahiya dehan salan bo rakirina zilm û zorê ji ser mile gelê Kurd. Em xwedî û malbatên girtiyên ku ligel rêxistina terorê ya DAIŞê ne, destê xwe li ber cenabê we vedigirin û hêvî dikin ku hûn alîkariya me bikin, bo nasîna çarenivîsa girtiyên me yên ligel tawanarên DAIŞê û herwiha alîkariya me bikin bo azadkirina wan.”

Di beşeke din a peyamê de hatiye, “Em wek malbatên girtiyan gelekî bi êş û xemgîn in, ji ber ku rewşa girtiyên me gelekî xirab e. Em agahdar bûn ku girtiyên me ji bo gelek girtîgehên DAIŞê hatine veguhastin, herwiha hin agahiyên ne tekezkirî jî gihêştin me ku ew bo girtîgehên bajarê Dêrezorê hatine veguhastin.”

Di dawiya peyamê de hatiye, “Hejmara girtiyên Kobanê zêdetirî 500 girtî ne û yên Sûriyê bi tevahî 1800 girtî ne, lê ti rêxistineke mirovî ya pêwendîdar bi karûbarên girtiyan tevgerek bo girtiyên me nekirine, tevî ku gelek car me pêwendî bi wan re kirin û name bo wan birê kirin.” 

Hin mamosteyên Kobanî ku ji aliyê DAIŞê ve girtî ne
Hin mamosteyên Kobanî ku ji aliyê DAIŞê ve girtî ne