Dîlewerê Zengî behsa jiyan û helbestên Seydayê Tîrêj dike

Di her 23ê meha Adarê de gelê Kurd koça dawî ya helbestvanê Kurd Seydayê Tîrêj bi bîr tîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Di her 23ê meha Adarê de gelê Kurd koça dawî ya helbestvanê Kurd Seydayê Tîrêj bi bîr tîne, nivîskarê Kurd Dîlawerê Zengî yek ji kesayetê ku di piraniya qonaxên jiyana Seydayê Tîrêj pê re bû û berhemên wî çap kirine dide zanîn, tevî hemû jiyana zehmet lê Seydayê Tîrêj ji helbestvanên herî kêm e ku di asteke herî bilind helbesta Kurdî ya kilasîk dinîvisand.

Di sala 2002an de wek îro, helbesvanê Kurd yê bi navûdeng Seydayê Tîrêj piştî jiyaneke zor û zehmet koça dawiyê kir, Seydayê Tîrêj xwendina xwe ya destpêkê li bajarê Amûdê kiriye û di temenê 14 salî di sala 1937an de li bajarê Amûdê di riya dibistana Ciwanê Kurd û li ser destê helbestvanê Kurd Cegerxwîn re hînî xwendina Kurdî bûye û dest bi nivîsandina helbestê dike.

ji ber kêmbûna karînên wî di sala 1985an de bi alîkariya nivîskar Dîlawerê Zengî yekemîn berhemên xwe çap dike. Nivîskarê Kurd Dîlawerê Zengî ku di piraniya qonaxên jiyana Seydayê Tîrêj pê re jiyan dikir, dide zanîn jî ku Seydayê Tîrêj yek ji helbestvanên herî kêm ku di riya helbesta resen de dîrok û serpêhateyên Kurdan tomar dikir, ji bilî ku di helbestên wî de asteke bilind ji mûzîkê hebû û ev yek derfet da gelek hunermendên mezin ku helbestên wî bikin sitran.

Ji ber rewşa aborî Seydayê Tîrêj nêzî 20 salan karê çandiniyê li gundewarên bajarê Hesekê kiriye, ev yek dibû sedemeke din ku çapkirina berhemên wî dereng  bikevin. Helbestvanê Kurd Dîlawerê Zengî ku nêzîkî jiyana Seyda bû, bang li berpirsên Kurd dike ku mîna Seydayê Tîrêj bi dehan di nava Kurdan de hene û pêwîst e berhemên wan bêne parastin û di nava zanîngehan de lêkolîn li ser ava bibin.

Seydayê Tîrêj navê wî Nayifê Heso ye, di sala 1923an de li gundê Nicim yê bi ser bajarê Qamişlo ve ji dayik bûye, di sala 1962ann de Mele Hesenê Kurd navê Tîrêj lê kiriye. Di jiyana xwe de 3 berhemên helbestê û 2 pirtûk bi navê serpêhateyên Kurdan çap kirine, di sala 2002an de û piştî demekê ji nexweşiyê li gundê Miftî li bajarê Hesekê koça dawiyê kir.