Rûsya, Îran û Tirkyê mijarên Astanayê destnîşan dikin

Biryare îro nûnerên her yek ji Rûsya, Tirkiya û Îranê, li Kazexistanê bicivin û mijarên danûstandinên 14 û 15 vê mehê yên di navbera opozisyon û hikûmeta Sûriyê de diyar bikin.

K24- Navenda Nûçeyan

Biryare îro nûnerên her yek ji Rûsya, Tirkiya û Îranê, li Kazexistanê bicivin û mijarên danûstandinên 14 û 15 vê mehê yên di navbera opozisyon û hikûmeta Sûriyê de diyar bikin.

Di serê wan mijaran de jî destnîşankirina sînorê navçeya kêmkirina şer li bajarê Idlibê û dewrûberên wî bajarî.

Di civîna îro de her yek ji nûnerê serokê Rûsya ji bo kirîza Sûriyê Alexander Lavrentiev, cîgirê wezîrê derve yê Îranê Hisên Ensarî û hevpostê wî yê Tirkiyê Sedat Onal amade dibin.

Herweha wek çavdêr ji Netewên Yekgirtî Staffan de Mistura û nûnerê Urdinê û nûnerê Amerîka jî beşdarî civînê dibin.