Asayişa Hewlêrê: Teqîna Hewlêrê ne terorî ye

Îşev demjimêr 21:00 dengekî bilind li Hewlêrê li ser riya Kesnezanê hat bihîstin. Asayişa Hewlêrê jî radigihîne, teqîn ne teroristî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îşev demjimêr 21:00 dengekî bilind li Hewlêrê li ser riya Kesnezanê hat bihîstin. Asayişa Hewlêrê jî radigihîne, teqîn ne teroristî ye.

Rêvebirê Asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî ji K24ê re ragihand, li Hewlêrê li ser riya Hewlêrê – Kesnezanê li pêş Macîdî Moll du otombîlan li hev dan û di encamê de tanka benzînê ya otombîlekê teqiya.

Da zanîn jî, di encama wê bûyerê de ajokarê otombêla ku agir pê ketiye, şewitî. Herweha 3 brîndar hene.

Peyamnerê Kurdistan24 diyarkir ku, Hêzên Asayişê û Polîs di lêkolînên xwe de, tu binemayên teqêniyên metirsîdar peyda nekirin e. Encama bûyerê di qeza ya trafîkê de pêkhatiye û 2 brîndar niha ji nexweşxaneyê derketin e û brîndarek li nexweşxaneyê ma ye.

Herweha peyamnerê Kurdistan24 di weşana zindî ya demj. 23:00an de anî ziman ku, rewş aram e û li cîhê bûyerê tenê Hêzên Asayiş û Polîsan hene, ku lêkolînên xwe nbiser bûyerê berdewam in.

Bûyera nêzîkî Macîdî Mall a li Hewlêrê, bûyerek trafîkê bû ye û qet girêdanek terorî nîn e.

 

 

 C.B