“Biryara Amerîka nabe sedema lawazbûna berevaniya Tirkiyê”
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê nerazîbûn li dijî biryara Amerîkayê ya di derbarê firokeyên F-35 an de nîşan dide û radigihîne, biryara Amerîkayê li dijî hevpeymaniya wan a stratejîk e.
Di yekem karvedana li dijî projeyasaya Amerîka ya firotana firokeyên F-35 bo Tirkiyê, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim li bajarê Îzmîrê axivî û got, ji ber biryara Amerîkayê ew dilgiran bûne.
Yildirim got, lê Tirkiye bêalternatîf namîne. Wan bergiriyên xwe wergirtine û pîşesaziya xwe ya bergiriyê xwemalî kirine. Gemaroya Amerîkayê nabe sedema lawazbûna berevaniya Tirkiyê. Lê Amerîka bi vê biryara xwe li dijî hevpeymaniya wan a stratejîk derketiye.
Ev daxuyaniya Yildirim piştî wê yekê tê, îro Encûmena Pîran a Amerîka projeyasaya budceya bergîriyê a sala 2019an pesend kir, di wê projeyasayê de jî firotana firokeyên F-35 bo Tirkiyê qedexe kir.
Encûmena Pîran a Amerîka qedexekirina firotana firokeyên F-35 bo Tirkiyê, bi hewla kirîna Tirkiyê ya sîstema berevaniyê S-400 ve girê dabû.
Tirkiye û Rûsyayê di meha Berçileya 2017an de li ser kirîna Tirkiyê sîstema berevaniyê S-400 lihev kiribûn. Herwiha li ser hevkariya teknolojî ya pêşxistina berhemanîna S-400 li Tirkiyê jî lihev kiribûn.
Vê yekê jî karvedaneke nerazîbûnê ji aliyê Amerîka û NATOyê ve li dijî xwe anî. Washingtonê got, kirîna Tirkiyê ji S-400 re, dê bi awayekî nerênî bandorê li kirina firokeyên F-35 bike.
S. B