Kişandina hêzên Rûsî ji Sûrya di navbera serketin û binketinê de

Çavdêrên siyasî: Qonaxeke dijwartir li pêşya Rûsya ye, gelo Mosko dikare heya dawî destkeftên xwe li deverê biparêze.?

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî du salan ji şerkirinê li nav axa Sûrya, bi fermaneke serokê Rûsya Vladimir Putin, beşekî mezin ji hêzên serbazî yên Rûsî ji Sûriyê hatin kişandin.

Endamekî komîta berevanî û ewlehiyê di encûmena Rûsya federal de  ragihand: "Em li dijî DAIŞê biser ketin, lewra nema pêwîst e ew hêza mezin ya Rûsya li Sûriyê bimîne, karînên diravî yên Mosko sînordar e û em nikarin piştevaniya hêzeke mezin ya serbazî li Sûryê bikin."

Ji aliyê xwe ve hin çavdêr didin xuyakirin ku: "Qonaxeke dijwartir li pêşya Rûsya ye, rast e Rûsya li Sûriya biser ket û karî bû hevkêşeya hêzê li Rojhilata Navîn biguhere, lê cihê pirsê ye, gelo Mosko dikare heya dawî destkeftên xwe li deverê biparêze.?"