Amerîka piştevaniya Herêma Kurdistanê ya bihêz û yekgirtî dike

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Navdewletî Mesrûr Barzanî pêşwazî li general Paul E. Funk û şanda dîplomasî û leşkerî ya Amerîkî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Navdewletî Mesrûr Barzanî pêşwazî li general Paul E. Funk û şanda dîplomasî û leşkerî ya Amerîkî kir.

Di hevdîtinê de, dawî rewşa navçê û pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê di warên cuda de hatin gotûbêjkirin.

Di çarçova civînê de, şanda Amerîkî tekezî li ser wê yekê kir, ku wek qewareyeke destûrî piştevaniyê li Herêma Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dike û xwazyar in pêwendiya wan bi Herêma Kurdistanê re berferehtir û bihêztir bin.

Derbarê metirsiyên serîhildana kiryarên terorî, şanda Amerîkî piştevaniya xwe ji bo hevahengiya di navbera hêza Pêşmerge û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên Iraqî dubare kir û ragihand, xwazyar in ew hevahengî li tevahiya navçeyan bihêztir bibe.

Li hemberê, Mesrûr Barzanî tekezî li pêwîstiya hevkariya hemû aliyan kir, da ku her çi zûtir zemîne ji bo asayîkirina rewşê were peydakirin û bi çareseriya pirsgirêkên siyasî û îdarî û destûrî re sedemên serîhildana tundûtûjiyê werin tunekirin.

 

S. B