Serok Barzanî li Mihwerê Pirdê serdana Hêzên Pêşmerge kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro di duyemîn roja Cejna Remezana pîroz de, Serok Mesud Barzanî bi mebesta dîtina pêşmergeyan û pîrozbahîkirina cejna wan, serdana Hêzên Pêşmegeyên Kurdistanê li Mihwerê Pirdê kir.
Her di wê serdanê de , Serok Barzanî pîrozbahiyên xwe arasteyî yek bi yek ên Pêşmerge û Fermandeyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir , destxweşî û sipasiya wan kir bo erk û mandîbûna wan, di parastina gelê Kurdistanê û xak û kerameta niştîman de.
C.B