Pentagon: Êrîşa leşkerî li dijî artêşa Esed bidûr nabînin

Wek bersivekê ji êrîşa kîmawî ya atêşa Sûriyê li dijî Dûmayê, Wezîrê Derve yê Amerîka James Mattis ragidihîne, ne dûr e Washington operasyoneke leşkerî li dijî Sûriyê encam bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wek bersivekê ji êrîşa kîmawî ya atêşa Sûriyê li dijî Dûmayê, Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis ragidihîne, ne dûr e Washington operasyoneke leşkerî li dijî Sûriyê encam bide.

Pêr derengê şevê, firokeyên rêjîma Sûryê bi tundî êrîşî bajarê Dûma yê Xûta Rojhilatê Şamê kirin û li gorî raporên pizîşkî di wê êrîşê de, rêjîmê çekên kîmawî û gazên Sarîn û Kilorê bikar anî û di encamê de bêtirî 100 welatiyên sivîl di nav de zarok û jin canê xwe ji dest dan û bi sedan jî birîndar bûn.

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis îro di konferanseke rojnamevanî de li Washingtonê derbarê pirsa egera lêdaneke Amerîkî li rêjîma Sûriyê de got: “Niha ti tiştekî bidûr nabînim.”

Mattis got: “Tiştê çihê balkêşiyê ye, çima hîna çekê kîmawî li Sûriyê bikar tê, di demekê de ku Rûsya gerentîkara pûçkirina hemû çekê kîmawî li wî welatî ye.”

Her di vê derbarê de duh jî Serokê Amerîka Donald Trump got: “Divê Esed baceke mezin ji bo bikaranîna çekê kîmawî bide.”

Biryar e îro jî, Serokê Amerîka ligel berpirsên bilind ên Encûmena Asayişa wî welatî bicive, ji bo rênimayên rûbirûbûna Sûriyê bigirin ber.

 

S. B